For faster navigation, this Iframe is preloading the Wikiwand page for Lissy Schmidt.

Lissy Schmidt

Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. Ji kerema xwe re girêdanên ji rûpelên têkildar li ser vê gotarê çêke; yan jî vê amûrê bi kar bîne. (gulan 2024)

Lissy Schmidt (jdb. 1959 li Wiesbaden, Elmanya - m. 3ê nîsana 1994an li Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê[1]) rojnamevaneke alman bû ku li ser rewşa kurdan lêkolîn dikir. Ji ber vê hindê Lissy û parêzkarê wê Aziz Kadir Ferag ji aliyê faîlên nediyar ve hatine kuştin.

Xebatên Lissy Schmidt

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Schmidt endama Medico International, rêxistineke serbixwe ya bijîşkên cîhanê ji bo mafê tendûristiya mirovan, bû. weke rojnamevaneke azad li Silêmanî ji bo rojnameyên Agence France-Presse (AFP), Frankfurter Rundschau û Der Tagesspiegel xebitî.[2]

Rewşa kurdan û pirsgirêka kurd bala wê dikişand, lewra ew ji bo xebitandina bona mafê gelê kurd çû Kurdistanê û ji wir ve xebatên xwe yên bijîşktî û rojnamevaniyê bimeşîne. Wê xebatên xwe bi taybetî li herêma Kurdistanê dimeşand. Ji ber lêkolînên derheqê hêzên kûr û tarî yên pirsgirêka kurd, karê wê bi tahlûke bû, lewra ew pêwîst mabû ku parêzkarekî ji xwe re bigire û ji ber tehdîdên nediyar nikaribû bi tenê hereket bike.

Demeke dirêj Lissy li bakûrê Kurdistanê xebatên xwe dimeşand û ji bo rojnameya Frankfurter Rundschau nivîsand. Lê wê zû bala kontrgerîlayan (hevkariyên tarî yên di nava siyasetmedar, mafya û hêzên parastina tirk) kişande ser xwe û kete lîsteya mirinê ya wan.

Lissy, ya ku hay ji van tiştan dibe, derbasî başûrê Kurdistanê dibe. Di çarçoveya xebatên ji nu ve avakririnê ew li ser navê medico international wek bijîşk xebitî û alîkariya mexdûr û penaberên komkujiya Enfalê kir.

Lissy Schmidt di roja 3ê nîsana 1994an de ji mal derket û digel parêzkarê xwe Aziz Kadir Farag bi erebeya xwe bi rê ket. Ew li şopa lêkolîneke taybet û bi tahlûke bû, û hindik mabû ku lêkolînên xwe biqedîne û bide weşandin. Wê derheqê karên narkotîk lêdikoland û gihiştibû vê agaihyê ku li başûrê Kurdistanê jî xebatên kûr û tarî di nava mafya, siyaset û hêzên parastinê de hene. Bi vî havî bala Lissy Schmidt bi taybetî li ser mafyaya narkitîk bû û wê dixwest ew hevkariyên qirêj ji çapemeniyê re bide eşkerekirin. Li gorî Lissy, ew li hemberî felaketa însanî ya li herêmê xwe bi êşên mirovan zengîn dikirin. Lê ew rêxistinên tarî hay ji Lissy hebûn û zanîbûn ku ev ji wê zû bi zû dest ji qiriqê wan bernede.

Di wê rojê de Lissy digel parêkrazê xwe Aziz bi erebeyê li şopa wan kesan dibe. Dema ku erebeya wan li qada Baxçiyan du kîlometreyan ji cihê kontrolê derbas dibe, erebeyeke din rexkî li wan dide û erebeya wan gulebaran dike. Lissy Schmidt û parêzkarê wê Aziz Kadir Ferag derhal jiyana xwe ji dest didin.

  1. ^ iisg.nl: Lissy Schmidt Collection, dîtin: 26'ê gulana 2012'an
  2. ^ cpj.org: Lissy Schmidt, dîtin: 26'ê gulana 2012'an

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirraniya agahiyên derheqê Lissy Schmidt ji malpera medico.de hate stendin:

{{bottomLinkPreText}} {{bottomLinkText}}
Lissy Schmidt
Listen to this article

This browser is not supported by Wikiwand :(
Wikiwand requires a browser with modern capabilities in order to provide you with the best reading experience.
Please download and use one of the following browsers:

This article was just edited, click to reload
This article has been deleted on Wikipedia (Why?)

Back to homepage

Please click Add in the dialog above
Please click Allow in the top-left corner,
then click Install Now in the dialog
Please click Open in the download dialog,
then click Install
Please click the "Downloads" icon in the Safari toolbar, open the first download in the list,
then click Install
{{::$root.activation.text}}

Install Wikiwand

Install on Chrome Install on Firefox
Don't forget to rate us

Tell your friends about Wikiwand!

Gmail Facebook Twitter Link

Enjoying Wikiwand?

Tell your friends and spread the love:
Share on Gmail Share on Facebook Share on Twitter Share on Buffer

Our magic isn't perfect

You can help our automatic cover photo selection by reporting an unsuitable photo.

This photo is visually disturbing This photo is not a good choice

Thank you for helping!


Your input will affect cover photo selection, along with input from other users.

X

Get ready for Wikiwand 2.0 🎉! the new version arrives on September 1st! Don't want to wait?