Garanîk
Garanîk | |
---|---|
Garanîkekî ji Kurdistanê | |
Rewşa parastinê
| |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Ciconiiformes |
Famîle: | Ardeidae |
Cins: | Bubulcus Bonaparte, 1855 |
Cure: | B. ibis |
Navê zanistî yê latînî | |
Bubulcus ibis (Linnaeus, 1758) | |
Bincureyên garanîkan | |
B. i. ibis (Linnaeus, 1758) | |
Belavbûna garanîkan li cîhanê Cihên ku tê de têjikên xwe tînin derê. Tevahiya salê. Cihên ku tê de garanîk hene lê hêlîn çênakin. | |
Hevwate | |
Ardea ibis Linnaeus, 1758 |
Garanîk an jî garranîk (bi soranî: Şawerrîxne; bi latînî: Bubulcus ibis) cureyekî famîleya şaqaviyan e.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Garanîk nêzî 50 cm dirêj e. Ji dûr ve spî diyar dike (zivistanan bi xwe spî spî dibe). Pê sor in. Çend perekên bavzer ên dirêj li singê wî ne. Çav zer in bi ser sorî ve. Nikul zer e û pê qehwayiyekî bi ser reşî ve ne.
Reftar û jîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hindek caran li ser pişta çêl û gamêşan dadide, wan mêş û mûran dixwe yên taloqî wan dibin. Wekî şaqaviyên din hind naçe di avê de xwarina wî xişoke û beqên biçûk in.
Pirbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Komkome di nav qeramî û levenan û darûbarên berlêvên robaran hêlînan çêdikin; 4-5 hêkên rengesmanî dike.
Belavbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Kurdistanê behra pitir payîzan û biharan dihê dîtin. Li bakurê û nîveka Afrîkayê û li Portûgalê û başûrê Spanyayê û li Sûriyê û başûrê Îraqê û li Erebistanê û devera Deryaya Qezwîn û bakurê Îranê û Deryaya Reş têjikan tîne derê.
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Garanîk li pişta gamêşan.
-
Garanîk
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-Îsmaîl Taha Şahîn]] (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
- Zana Farqînî. Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nın Kuşları (Kuzey Afrika ve Orta doğu dahil). Türkiye Doğal Hayatı Kuruma Derneği, Stenbol. ISBN 975 94098 28
- D. îzolî (2007). Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî. Deng, Amed.
- R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ageing and sexing (PDF) by Javier Blasco-Zumeta & Gerd-Michael Heinze Girêdana arşîvê 2011-12-26 li ser Wayback Machine
- Cattle Egret – [http://sabap2.adu.org.za/docs/sabap1/071.pdf Species text in The Atlas of Southern African Birds
Anatomî | |||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Reftar |
| ||||||||||||
Peresîn |
| ||||||||||||
Bineçîn: Neornithes (29 komên balindeyên nûjen) |
| ||||||||||||
Fosîlên balindeyan |
| ||||||||||||
Têkiliyên Balinde û mirovan |
| ||||||||||||
Lîste û naverokan |
|
Text is available under the CC BY-SA 4.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.