For faster navigation, this Iframe is preloading the Wikiwand page for Deniz Gezmiş.

Deniz Gezmiş

Çavkaniya vê gotarê tine ye. Ji bo pêşvexistina vê gotarê ji kerema xwe re çavkaniyên pêbawer lê zêde bike. Naverokên bêçavkanî dibe ku werin îtirazkirin û jêbirin.Çavkaniyê lê bigere: "Deniz Gezmiş" – pirtûk · zanyar · archive.org · nûçe · wêne (gulan 2024)
Deniz Gezmiş
Jidayikbûn27ê sibata 1947
Mirin6ê gulana 1972
Enqere, Girtîgeha girtî ya navendî ya Enqereyê (Xeniqandin)
EsilTirk
HevwelatîTirkiye
biguhêreBelge

Deniz Gezmiş (jdb. 1947 − m. 1972), yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piştî sala 1965an û pê ve li Tirkiyeyê pêşkeft. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiye THKO ye. Denîz Gezmîş (jdb. 1947 − m. 1972), yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piştî sala 1965an û pê ve li Tirkiyeyê pêşkeft. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiye THKO ye.

Di 28ê sibata 1947an li navçeya Ankara Ayaşê ji dayik bû.[1] Ji ber ku ew zarokê malbatake mamoste bû, hîndekariya xwe ya seratayî û navîn li gelek bajaran, lîseyê jî li Stenbolê xwend. Deniz Gezmiş, dê û bavê ji ji Erzurumê bûn. Dayika wî ji navçeya Erzurumê Tortumê bû û Bavê jî ji navçeya Erzurumê Iliçaqê bû. Denîz, di sala 1966an de kete Faqûlteya Huquqê ya Zanîngeha Stenbolê û hîn di salên Dibistana Amadehiyê de çepgiriyê nas dike û di wan salan de xwe di nav çalakiyên demê de dibîne.

Di sala 1965an de bû endamê bajarê Üsküdarê yê TİP (Türkiye İşçi Partisi-Partiya Karkerên Tirkiyeyê)ê. Cara pêşî di 31ê tebaxa 1966an de di dema ku karkerên Şaredariya Çorumê ji Ankarayê dimeşin Stembolê û çelengeke reş datînin ber abîdeya Taksimê pişgtgiriya karkeran dike. Di dema xwepêşandana şermezarkirina rêveberên Türk-İşê de hate binçavkirin. Paşê di bûyerên 19ê kanûna paşîn a 1967an de tê girtin û tevî 2 hevalên xwe derdikevin dadgehê û serbest tên berdan. Pişre di gelek xebatên siyasî û damezirandina saziyan de cîh digire.

Di meha rezbara 1968an de tevî hevalên xwe Cihan Alptekin, Mustafa İlker Gürkan, Mustafa Lütfi Kıyıcı, Cevat Ercişli, M. Mehdi Beşpınar, Selahattin Okur, Saim Kurul û Ömer Erim Süerkan Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger damezirand. Di 28ê çiriya pêşîn a 1968an de di dema hatina sefîrê Amerîkayê de li balafirgeha Yeşilkoyê xwepêşandan hatin lidarxistin û Denîz Gezmiş ji ber vê xwepêşandanê hate girtin û piştî demekê serbest hate berdan.

Di zanîngeha Stembolê de bi girseya xwendekaran li hemberî hêzên rastgir derketin. Ev çalakiya wî wekî hincet hate nîşandan û di 19ê adarê de dîsa hate girtin û heta 3ê nîsanê di zîndanê de ma. Piştre di 31ê gulana sala 1969an de di çalakiyeke şermezariyê de ji xwendekarên fakûlteyê re serokatî kir. Di yek ji van çalakiyan de birîndar bû. Der heqê wî de biryara giyabî derket. Lê belê ew dîsa jî ji zîndanê reviya û di dawiya meha hezîranê de çû Filîstînê.

Heta meha îlonê li kampên gerîlla yên Filîstînê ma. Deniz Gezmiş, di gelek çalakiyên THKOyê de cih girt. Di 4 adara 1971ê de di çalakiya revandina Emerîkiyan de, piştî serbestberdana leşkeran li navçeya Sivas a bi navê Şarkişlayê li nehiya Gemerekê hate girtin.[2] Di doza THKOê de ku di 16 tîrmeha sala 1971ê de dest pê kir, ji ber binpêkirina xala 146emîn a zagona Tirkan a Cezayê, di 9ê îlona sala 1971ê de bi mirinê hate cezakirin û di 6 gulana sala 1972an de tev Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hate dardekirin.[3]

  1. ^ "Deniz Gezmiş kimdir? Deniz Gezmiş'in hayatı". Sözcü. 6 Gulan 2014. (Tirkî)
  2. ^ "Şarkışla'ya Düşürmesin Allah" Girêdana arşîvê 2022-03-04 li ser Wayback Machine, Metehan Akbulut, 04 Adar 2022. (Tirkî)
  3. ^ "1971-1972: Last Days of Young Revolutionaries before Execution". Semra Çelebi, (6 May 2009). Bianet. (Îngilîzî)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
{{bottomLinkPreText}} {{bottomLinkText}}
Deniz Gezmiş
Listen to this article

This browser is not supported by Wikiwand :(
Wikiwand requires a browser with modern capabilities in order to provide you with the best reading experience.
Please download and use one of the following browsers:

This article was just edited, click to reload
This article has been deleted on Wikipedia (Why?)

Back to homepage

Please click Add in the dialog above
Please click Allow in the top-left corner,
then click Install Now in the dialog
Please click Open in the download dialog,
then click Install
Please click the "Downloads" icon in the Safari toolbar, open the first download in the list,
then click Install
{{::$root.activation.text}}

Install Wikiwand

Install on Chrome Install on Firefox
Don't forget to rate us

Tell your friends about Wikiwand!

Gmail Facebook Twitter Link

Enjoying Wikiwand?

Tell your friends and spread the love:
Share on Gmail Share on Facebook Share on Twitter Share on Buffer

Our magic isn't perfect

You can help our automatic cover photo selection by reporting an unsuitable photo.

This photo is visually disturbing This photo is not a good choice

Thank you for helping!


Your input will affect cover photo selection, along with input from other users.

X

Get ready for Wikiwand 2.0 🎉! the new version arrives on September 1st! Don't want to wait?